3'yê Gulanê 'Roja Serokatî' hat îlankirin
- 14:49 3 Gulan 2025
- Rojane
AMED - TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka kurd re çareserî” helbest xwendin û sînevîzyonek hate pêşandan. TJA'yê di çalakiyê de diyar kir ku wan 3'ê Gulanê weke "Roja Azadiya Rêbertiyê" îlan kirine.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê (DBP) çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Di çalakiya ku pankarta "Bi Rêbertî re Diyalogên Jiyana Azad" hat daliqandin, TJA, Dayikên Nobeda Edaletê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin amade bûn.
'Jin wê pêvajoyê bi rê ve bibin'
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre aktîvîsta TJA'yê Arzu Karaman axivî. Arzû Karaman da zanîn ku wan 3'ê Gulanê weke "Roja Azadiya Rêbertiyê" îlan kirine û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan xebatên xwe bimeşînin. Arzû Karaman bal kişand ser wê yekê ku jin her tim dibin hedefa hikûmetê û ev tişt anî ziman: "Hikûmet her tim hewl dide bi rêya jinên ku hedef digire civakek bêexlaq biafirîne. Dewlet polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dewlet hewl dide xwe li ser civakek bêexlaq ava bike. Divê em li ser polîtîkaya şerê taybet bisekinin. Abdullah Ocalan diyar kir ku qetilkirina Narîn Guranê jî di heman demê de bûyereke ji ber nerêxistinbûyîna civakê ye. Divê em li dijî şer û pirsgirêkan bisekinin."
‘Azadiya Rêbertî azadiya jin û civakê ye’
Arzû Karaman, anî ziman ku îro xwedî wateyeke dîrokî ye û got, "Em weke jin 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rêbertiyê îlan dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li qadan bin, bi vê dirûşmeyê em ê li qadan bin. Azadiya Rêbertî azadiya jin û civakê ye. Cîhan Rêbertiyê nas dike, lê dewlet Rêbertiyê qebûl nake."
Piştî axaftina Arzu Karaman, Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma helbesta diyarîkirina rojê xwend.
Piştre sînevîzyonek hate pêşandan.