
Dîlan Kunt Ayan:Pakêta 55 xalî ya berê wê bê guhertin
- 09:03 2 Gulan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE-Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, got xebatên sererastkirina qanûnî li gorî banga 27’ê Sibatê dimeşînin û der barê pakêta darazê wê biçe meclîsê de jî wiha got: “Em wisa difikirin ku pêşnûmeya 55 xalî ya dijdemokratîk piştî vê hevdîtinê, wê bê guhertin.”
Bandora banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibrê de kir didome. Piştî bangê ji aliyê desthilatdariyê ve hîna gav nehatiye avêtin. Hevdîtina bi wezareta dadê re hat kirin di nokteyek krîtîk de ye. Lê divê êdî pêvajo ji hevdîtinan derkeve û gavên şênbe bên avêtin. Di vê mijarê de fikar û rexneyên cidî jî hene.
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê pêvajoyê de û hevdîtina bi wezareta dadê re axivî.
‘Divê piştî bangê mafê hêviyê pêk bihata’
Dîlan Kunt Ayan der barê bangê û pêvajoya di ser re derbas bûye de axivî û got: “Piştî banga 27’ê Sibatê divê mafê hêviyê demildest pêk bihata. Em di vir de çi dibêjin; Di pakêta 10’emîn a darazê de divê çi hebe, ji bo demokrtîkbûnê, ji bo maf û azadiyan divê çi hebe, divê şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û gav bên avêtin. Ev divê hebe. Ev zelale û nikare bê nîqaşkirinê. Divêşer tû mercên azad, wekhev û adîlane hebe ku Birêz Ocalan pêvajoyê bi rêve bibe.”
‘Pêvajo tenê li ser DEM Partiyê nameşe’
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku pêvajo tenê di ser DEM Partiyê re nameşe û got: “Divê hemû civak û alî tevli bibin. Aştî li pişt deriyê girtî çareser nabe. Em behsa pirsgirêkek sedsalan dikin.Ev pirsgirêk bi guhertina du xalên qanûnê nabe. Ev pirsgirêk bi gotina ‘xwişk û birayên me yên Kurd hene’ çareser nabe. Divê gavê şênber bê avêtin. Heyeta DEM partiyê diçe hevdîtinan dikin. Lê ev têr nake. Dibêjin bila PKK çekan deyne. Lê divê şert û mercên wan bên başkirin. Divê Tirkiye gavên demokratîk bavêjin.”
‘Cihê ku şert û merc lê tên avakirinê meclîse’
Dîlan Kunt Ayan daxuyakirin ku cihê ku ev şert û merc lê bên avakirin meclîse û wiha balkişand ser xebatên 10’emîn Pakêta Darazê: “Cihê qanûn tên avakirin meclîe. Der barê amadekariyên de hinek agahî tên. Hun dizanin wezîrê dadê daxuyaniyek da. Behsa amadekariya pakêtek 40 xalî kir. Der barê vê de xebatên me jî hene. Em wek komîsyona hiqûqê ya DEM Partiyê û wek endamê komîsyona edaletê dikarin vê bi rehetî bêjin. Bêguman em jî xebatan dikin. piştî metna banga 27’ê Sibatê nîşeyek birêz Ocalan hebû. Digot ‘Bêguman berdana çekan bi gavên hiqûqî yên dewletê wê pêk bên’. Belê divê hinek tişt biguherin. Di serî de girtiyên nexweş hene. Bêguman em girtiyên polîtîk tenê nkinê. Em ji bo hemû girtiyên nexweş dibêjin.Ji bo çareseriya pirgirêka Kurd em kevanek cuda ji bo girtiyên polîtîk re vedikin.”
‘Divê sererastkirinên qanûnî hebin’
Dîlan Kunt Ayan got pakêta ku behsa wê tê kirin 50 hezar girtiyî elqeder dike û wiha domand: “Pêşnûmeyeke 55 xal ya berê hebû. Di wê pêşnûmeyê de derbas dibû. Ev hîna nehatiye. Cihê girtiyên nexweş ne gitîgeh in. Nexweşxane ne. Divê ji bo van girtiyan demildest gav bên avêtin.Yekîneyên tenduristiyê yên girêdayê wezaretê hene. Ev yekîne der barê girtiyên nexweş de raporan kom dike. Nexweşiya wan çiye di lîsteyê de hene. Me ev lîste ji wezareta dadê re vegot. Wan jî teslîm kirin. Ev lîste bi wan re jî heye. Em dibêjin ku girtiyên nexweş divê bên berdan û der barê vê de sererastkirinek qanûnî hebe.”
‘Divê ev xal bê rakirin’
Dîlan Kunt Ayan balkişand ser lijneyên şopandina îdarî yên li girtîgehan û got ev lijne di 2020’an de dkeretine holê û got bi awayekî kêfî kesan ji azadiyê bê par dihêlin. Dîlan Kunt Ayan daxuyakirin ku divê ev lijne di çarçoveya qedexeya mayîn de ne. Dîlan Kunt Ayan balkişand ser sererastkirinên der barê TMK’ê de jî û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Desthilatdarî ji bo bi giştî TMK rabin revîzasyonekê nakin. Di vê pakêtê de jî niyeta wan ev e ku tiştekî biçûk bikin. Em jî daxwaz dikin k udi vê pêvajoyê de ev xala ku Dadgeha Destura Bignehîn 3 caran biryara betalkirina wê daye, bê rakirin.”
‘Xebatên me hene’
Dîlan Kunt Ayan der barê mafê hêviyê de jî nirxandin kir. Dîlan Kunt Ayan di vê mijarê de wiha anî ziman: “Briya ev pakêt bê, pakêtek pêşkêşî komîsyona dadê bê kirin tunebû. Wezîr daxuyaniyek da û got wê pakêtek 40 xalî bê. Beriy ev pakêt bên em dixwazin nîqaş bikin. Bêguman me p^şeniyarên xwe pêşkêş kirin. Ev gelek bi nirx in. Em dixwazin hemû partiyên siyasî pêşniyarê xwe bikin û nîqaş bikin û piştre bê meclîsê. Der barê Qanûna Înfazê, TMK û TCK’ê de xebatên me hene. Em hîna xebatên xwe didomînin. Ne tenê der barê van de der barê mafê definkirinê de bigirin heta hemû qanûnên ji pêkanînên dijdemokratîk re vekirîne de xebatên me hene. Em li gorî hewcedariya banga 27’ê Sibtê xebatên xwe dimeşînin.”