
RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşek xirab de ye
- 12:15 2 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas beriya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê endeksa sala 2025'an a rewşa çapemeniyê weşand.
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ve hate eşkerekirin, li nava 180 welatan sê ji çar parên wan medya û rojnamevan bi rewşeke ‘bi pirsgirêk’, ‘zehmet’ an jî ‘gelekî cidî’ re rû bi rû ne.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye, destnîşan kir ku ‘cara yekê ye’ di asta navneteweyî de rewş ewqasî ‘zehmet’ dibe û bi mînaknîşandana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku astengiyên aborî zêde bûn e.
Norwêç 9 sal in li ser hev di rêza destpêkê de ye. DYA bi du rêzan daket jêrê û piştî Sierra Leone kete rêza 57'an. Tirkiye jî di çaryeka dawî de 2 rêz kêm kir û daket rêza 159'an.
Di raporê de hate destnîşankirin ku GAFAM (Google, Apple, Facebook, Amazon û Microsof) ku pareke zêde ya hatineya reklaman bi dest dixin, bi naveroka xwe ya manîpulekirî yan jî xapandinê çapemeniyê difetisîne.
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de welatên Eritre, Koreya Bakur û Çîn di rêzên herî dawî de ne.