Di mehekê de 12 jin li Rojhilat hatin qetilkirin

  • 13:23 2 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê di nava mehekê de herî kêm 12 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Nîsanê de li rojhilatê Kurdistanê 12 jinên zewicî ji hêla hevjînên xwe ve hatine qetilkirin û 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.