
‘Em ê heta dawiya jiyana xwe bêjin aştî’
- 09:03 3 Gulan 2025
- Rojane
Gulistan Gulmuş
AMED - Husnugul Oncel a di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kiriye, balkişan ser hewcedarî û girîngiya aştiyê. Husnugul Oncel wiha got: “Em dixwazin aştî pêk bê. Belkî em nebînin. Em nebînin jî bi zarokên me neviyên me bibînin.”
Gelê Kurd sed sal in têkoşîna nasnameyê dide. Di encama têkoşînê de bedelên mezin hatin jiyîn, gund hatin şewitandin, valakirin, kuştinên kiryar nediyar hatin jiyîn û gelek kes hatin girtin.Yek ji bajarên ku bedelên mezin dan Amed bû. Gelê Amedê tevî hemû zextan dest ji daxwaza têkoşînê berneda û piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a 27’ê Sibatê hêviyek nû afirî.
Jina bi nave Husnugul Oncel a li Amedê dijî, du zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye. Husnugul Oncel der barê aştiyê de daxwaza xwe ji ajansa me re parve kir.
Husnugul Oncel û jiyana wê
Husnugul Oncel li Şemrex a Mêrdînê tê dinê û malbata wê hîna ew çar salî bûye koçî Amedê kirine. Piştre malbat dîsa bar dike Şemrexê lê ji ber leşker gundê wan dişewitînin carek din bar dikin Amedê. 10 xwişk û biran e û Husnugul Oncel seranserê jiyana xwe li ser erdan dixebite. Husnugul 14-15 salî de hat zeiwcandin û zarokên xwe nava xizaniyê de mezin kir.
2 zarokên wê tevli têkoşînê bûn
Husnugul Oncel da zanîn ku bi salan ji derveyê Amedê li ser erdan xebitîne û behsa wê pêvajoyê kir: “Min wek jinekê zor û zehmetiyên jiyanê kişand. Zarokên min Axîn û Diyar e. Di navbera 2012-2013’an de tevli têkoşîna azadiyê bûn. Axîn ji ber zextên li ser ji malê derket û carek din nehat malê. Birayê wê Şiyar jî salek şûnde diçe.”
‘Daxwaza gavên pratîk’
Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê deng da. Bi bangê re hêviya malbatên Kurd jî ji nû ve şîn bû. Husnugul Oncel da zanîn ku ji destpêka têkoşîna azadiya Kurd heta niha êşên meizn jiyane û bedelên giran dane. Husnugul Oncel got divê demildest di çarçoveya pêvajoyê de gav bên avêtin.
‘Kezeba me şewitî bila yên kesên din neşewite’
Husnugul Çubuk daxuyakirin ku divê demildest ji bo aştiyê gav bên avêtin û wiha dirêjî dayê: “Du zarokên min tevli têkoşînê bûn. Ez naxwazim kezeba kesî bişewite. Ne ya dayikên Tirk ne ya dayikên Kurd. Ez bang li hemû kesî dikim. Werin em dest bidin hev. Em bibin yek. Em pêşî li vê xwînê bigirin. Em aştiyê dixwazin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê bêjim aştî.”