
Cezayê girtiya 30 salan 6 mehên din hat dirêjkirin
- 10:52 3 Gulan 2025
- Rojane
RIHA - Girtiya 30 salan Ardil Çeşme ku beriya niha cezayê wî 6 mehan hatibû dirêjkirin û di rojên dawî de derxistin pêşberî Lijneya Îdarî û Şopandinê, tenê 2 deqe li ber heyetê ma û cezayê wî 6 mehên din hat dirêjkirin.
Ardîl Çeşme ku beriya niha 6 meh cezayê wê hat dirêjikiri û li Girtîgeha Erzînganê tê girtin, dihat payîn ku di 5'ê Gulanê de bê berdan, lê çend roj berê derxistin pêşberî Lijneya Îdarî û Şopandinê û bi hinceta "têkiliya wê bi rêxistinê re dewam dike" înfaza wê 6 mehan hat dirêjkirin. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku Ardil Çeşme tenê 2 deqeyan li Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hatiye hiştin.
Xwişka Ardîl Çeşme Asiye Çeşme jî der barê mijarê de bertek nîşan da û got, "Tenê 2 deqeyan di lijneyê de ma û cezayê wê di van 2 deqeyan de hat dirêjkirin. Dibêjin têkiliya wê ya bi rêxistinê re dewam dike, xuşka min ji ber ku milîtana rêxistinê bû beriya niha hatibû cezakirin. Em weke malbata Ardîl em ê îtîraza xwe ya pêwîst qebûl bikin û vê qebûl nekin."
Ardil Çeşme kî ye?
Ardîl Çeşme ku di Mijdara 1994'an de li Amedê hat binçavkirin, piştî 1 meh binçavkirinê li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dihat darizandin. Di encama dozê de cezayê muebetê lê hat birîn, Ardil Çeşme li girtîgehên Amedê, Uşak, Mûş, Çewlikê, Gebze, Erzirom û Tarsûsê maye; Niha jî li Girtîgeha Erzînganê girtî ye.
Ardîl Çeşme ku weke aktîvîsta greva birçîbûnê jî tê nasîn, yekem car di sala 1996'an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştre di 1'ê Adarê de tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di 2018'an de hat destpêkirin bû.
Piştre Ardîl Çeşme bi 14 hevalên xwe re di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe ya birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.
Ji aliyê din ve înfaza Ardîl Çeşme ku di 7'ê Mijdara 2024'an de anîn Lijneya Îdarî û Şopandinê bi hinceta "têkiliya wê bi rêxistinê re dewam dike" 6 meh hat dirêjkirin.