Paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan bi sînemayê hat pêşandan

  • 12:31 3 Gulan 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên TJA'yî û DEM Partiyê li Îzmîrê li hev kom bûn û li ser ekrana sînevîzyonê paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan temaşe kirin.
 
Di çarçoveya hemleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarê Îzmîrê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê sînevîzyonek hat lidarxistin. Jinên  DEM Partiyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çaçakiyê de helbest jî hatin xwendin.
 
Di çalakiya ku bi tevlîbûneke xurt pêk hat de, helbest hatin xwendin û sînevîzyonek ku nêzîkatiya jinan a di paradîgmaya Abdullah Ocalan de nîşan dide.