Emîne Şenyaşar: Wê çalakiya min bidome

  • 20:51 28 Adar 2024
  • Rojane
ENQERE - Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê di roja 64’emîn de berdeawm kir û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û parêzerên Hiqûqê ya Civakî çûn serdana wê.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 64’yan de berdewam kir. Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û parêzerên Hiqûqê ya Civakî çûn serdana Emîne Şenyaşar.
 
Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û da zanîn ku wê sibê ji bo bikaranîna denga xwe ya ji bo hilbijartina 31’ê Adarê biçe Pirsûsê û roja duşemê çalakiya xwe ji nûve bidomîne. Emîneyê daxuyakirin ku heta kurê wê neyê berdan wê çalakiyê bidomîne.
 
Emîne Şenyaşar piştî fitarê ji ber wezaretê veqetiya.