Yên ji ber qeyûman naçin şaredariyan li bendê 31’ê Adarê ne

  • 09:03 28 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Parlamentera Dem Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û welatiyan pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Welatiyên Êlihê ku bi biryarên qeyûman bişînin, li bende 31’ê Adarê ne.
 
Ji hilbijartinê re çend roj man û li Êlihê jî DEM Partî xebatên xwe bê navber dimeşîne. Gel bi coş û kelecanek mezin DEM Partiyê pêşwazî dikin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û jinên Êlihê pêvajoya hilbijartinê nirxandin.
 
‘Gel bi biryare qeyûman bişînin’
 
Zeynep Oduncu da zanîn ku  DEM Partiyê piştî hilbijartinên gulanê bi gel re ketiye pêvajoya rexne û xwe rexnedayînê û di vê nokteyê de namzetên xwe diyar kirine. Zeynepê ev tişt bi lêv kir: “Ji ber vê xebatên hilbijartinê 2-3 meh berê hatin destpêkirin. Bernamzetan vê pêvajoyê xebatên xwe meşandin. Çûn malbatan û delgeyan xebat meşandin. Min bi Gulîstan Sonuk re xebat meşand. Em çûn he rmalê. Me nêrînên gel girtin. Gel bi biryare ku qeyûman bişîne.”
 
‘Jin di hedefa desthilatdariyê de ne’
 
Zeynepê her wiha destnîşan kir ku qeyûmên tayînê îradeya gel bûne bi taybet li ser jinan zext zêde kirine û wiha bi lêv kir: “Jin ji xwe hepsê malê bûne, di plana dawî de ne. Lê jin dixwazin li her qadê jiyana xwe ava bikin. Dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û azad bin. Jin dixwazin bibin xwedî gotin û li hember jiyana wan rêzdarî hebe.”
 
‘Ji roja qeyûm hatiye em neçûne şaredariyê’
 
Welatiya Êlihê Perîşan Kaymaz jî ev tişt anî ziman: “Ji roja qeyûm hatine em nerehetin. Qeyûm ji bo zilmê li me bikin hatine tayînirin. Ji roja qeyûm hatine em ji bo pirsgirêkên xwe qet neçûne şaredariyê. Em naxwazin biçin. Qeyûm me fêmnake. Em şaredariyeke ku wekhevî û demokrasiyê diparêze dixwazin.”
 
‘Bi qeyûman Kurd naqedin’
 
Afiye Bîtmen jî anî ziman ku ew şaredariyeke zelal ku ji bo jinan qadê diafirînin dixwazin û wiha berdewam kir: “Em ji bo jin, zarokan û ciwanan qadan dixwazin. Bila ciwanên me neçin derveyê welat. Ez şaredariyek zelal dixwazim. Ez şaredariyek wekheviyê diparêze dixwazim. Em Kurd gelek xurtin. Kurd naqedin. Li her derê Kurd tên axaftin. Li ser Kurdan zext pêk tên. Yên têdikoşin di bin zextan de ne.”