Li Colemêrgê mîtînga 'Rabe dem dema azadiyê ye'

  • 13:17 28 Adar 2024
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Li Colemêrgê DEM Partî bi dirûşma “Rabe dem dema azadiyê ye” mîtînga fînalê li dar xist û banga xwedî li derketina sindoqan hat kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi dirûşma “Rabe dem dema azadiyê ye” li Meydana Kent Parkê ya li navenda sûkê ya Colemêrgê mîtîngê lidarxist. Qada mîtîngê berî bi rojan bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Bi hezaran kes jî herikîn qada mîtîngê. Girseya li qadê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Serokwekîlê Meclîsê  Sezai Temelli, parlamenterên Colemêrgê Oznur Bartin û Onur Duşunmez, Cîgirê DEM Partiyê yê Giştî Vezir Parlak, namzetên hevşaredariya Colemêrgê û gelek sazî û dezgeh her wiha kesayet tevli mîtîngê bûn. 
 
Piştî deqeyeke rezgirtinê namzetên hevşaredariyê ya Colemêrgê Viyan Tekçî û Mehmet Siddik Akiş axivîn û bal kişandin ser girîngiya hilbijartin û projeyên xwe. 
 
Serokwekîlê Meclîsê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku dê hilbijêr biçin ser sindoqan û mohra xwe dê li binê darê bixin û got: "Ev dar dîrok e, azadî ye, hêvî ye û rêya me ye."
 
Mîtîng piştî gerandina govendê bi dawî bû.