Ji welatiyan serdana piştevaniyê ya ji bo Nobeta Edaletê

  • 14:40 28 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin di roja 112'an de dewam dike. Gelek welatî ji bo piştevaniyê hatin serdana Nobeta Edaletê. 
 
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" de bi pêşengiya TUHAY-DER'ê li Wanê dest pê kir di roja 112'an de dewam dike. Welatiyên li Taxa Şehit Firat 3en Artemêtê û gelek kes tevli nobeta li avahiya DBP'ê ya Wanê dewam dike, bûn. 
 
Di nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û stran hatin gotin.