Di çalakiya 'Dawî li tecrîdê bînin' bang li CPT'ê kirin

  • 16:19 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Di çalakiya "Dawî li tecrîdê bînin" ya li Wanê hat lidarxistin de, banga hestiyariyê li hemû rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk, bi taybetî li CPT'ê hat kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Xizmên Girtiyan a Wanê li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" daxuyanî da.  Gelek endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên pîşeyî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" û "Deng bidin girtin" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê navçeya DEM Partiyê yê Rêya Armûşê Veysel Şen ve hate xwendin.
 
'Divê ev hewaya bêhiqûqiyê ya li Tirkiyeyê bê dawîkirin'
 
Veysel anî ziman ku tecrîd û binpêkirinên mafan li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bûne û got, heta Kurdên ku li Tirkiyeyê govendê dikin jî tên binçavkirin. Veysel got, “Deng, govend, dirûşm û heta hebûna Kurdan ji aliyê van pêkanînên faşîst ve sûc tê dîtin. Pêvajoya îşkence û girtina 9 ciwanên ku li Mêrsînê ji ber govendê hatin girtin, helwesta AKP'ê ya li hemberî hemû gelê me nîşan dide. Ev ciwanên ku dema govendê digirin, divê demildest bên berdan. Divê devê rê li vê hewaya Tirkiyeyê ya bêhiqûqiyê bê girtin."
 
'Wezareta Edaletê ji tecrîdê berpirsyar e'
 
Veysel, bal kişand ser pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin û diyar kir ku zêdetirî 25 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke sîstematîk tê meşandin. Veysel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bi taybetî Wezareta Dadê berpirsyarê vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku berdewam dike. Em bang li hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk, di serî de jî bang li  CPT'ê dikin ku li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî û tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin, erka xwe bi cih bînin."