ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 27 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
*Hevsreoka KNK’ê Zeynep Murad da zanîn ku êrîşên li hember Başurê Kurdistanê bi armanca berfirehkirina sînorên Mîsakî Mîlî tên kirin û got ku bi rihê yekitiya neteweyî ev zîhniyeta dagirker dikare bê têkbirin. DÎMEN HEYE
 
*Hamdiye Acar ku di temenê biçûk de malbata wê hat koçbekririn û di temenê biçûk de dest bi xebatê kir 33 sal e mîdye difiroşe. Hamdiyeyê wiha got: “Em evqas ked didin kes keda me nabîne. Ji bo vê divê jin ji hev re bibin hêz.” DÎMEN HEYE
 
*Seroka navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Seher Acay der barê qetilkirinên jinan yên her diçe zêde dibe de axivî û got: “Qetilkirinên jinan dibêjin ‘em têm’. Dema em sedema vê lêpirsîn dikin li pêş me polîtîkayek bêcezahiştinê ya wek çiya heye.” DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Hênê ku kampanya paqijiya xwezayê da destpêkirin bi vê wesîleyê çû ser ava çavkaniyê ya Ayn-Kebîr ya li gundê Serdî  û paqijiya ewi lli vir kir. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn, gel di mijara paqijiya derdorê de û avêtina çopê de hişyar kir. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Şervana  YJA Starê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) a ku di 30'ê Hezîranê de li Metînayê jiyana xwe ji dest Peyrûza Kurt, bertek nîşanî PDK'ê û Barzanî da û got, " Bila ji bo pere xwe nefroşin û zarokên me nekin qurbana berîkên xwe." Peyrûze got bila êdî şer bi dawî bibe û ew aştiyê dixwazin. DÎMEN HEYE