27'ê Tîrmeha 2015'an: Ji bo Abdullah Ocalan 200 parêzer çûn Gemlikê

  • 09:01 27 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi banga Meclîsa Hiqûqnasên Kurdistanê 200 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ji bo şermezarkirina astengikirina hevdîtinê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 4 sal in didomiya û serlêdana hevdîtinê li ber Fermandariya Cendirmeya Gemlikê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê parêzerên xwestin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin hatin astenkirin. Dozgeriyê bi hinceta "keştî xirabe ye" serlêdana hevdîtinê red kir. 
 
Hinek geşedanên girîng ên din ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1927: Parêzer, femînîst, çalakger, nivîskar Gisele Halimi, ji dayik bû. 
 
1927: Fana Koçovska li Gundê Lavci yê Yugoslavyayê ji dayik bû. 
 
1946: Romanûs û nivîskara ceribandinê Gertrude Stein di 3'yê Sibata 1874'an de li Pennsylvaniayê ji dayik bû. Wê rê li ber tevgerên huner û wêjeyê yên navneteweyî vekir. Gertrude Stein, ji ber pençeşêra made di 27'ê Tîrmeha 1946'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. 
 
2011: Hevdîtina parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocan a bi wî re hat astengkirin. Piştî wê dîrokê şûnde hevdîtina parêzeran dîsa hat astengkirin.  
 
2015: Piştî meşa Mêrsîna ku gora Leyla Şaylemez a yek ji 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatibû qetilkirin bû, vekirina bîrdariya gorê hat kirin.  
 
2016: Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez hilweşandina li Şirnexê ya di serdema qedexeya derketina derve de bir meclîsê. Aycanê giliyê nûnerên leşkerî, mulkî û îdarî kir. 
 
2016: Piştî êrişa bombeyî ya li ser Qamişloyê Koordînasyona Kantonên Rojava 3 rojan şîn îlan kir. 
 
2016: Serokwekîlên Koma HDP'ê Çaglar Demirel û Îdris Baluken, xwestin komkujiya li ser Êzidiyan a wekî fermana 73'yem tê pênasekirin li meclîsê wekî komkujiyê bê naskirin. Ji bo vê yekê jî teklîfa qanûnê pêşkêş kirin. 
 
2017: Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz bi hinceta ku bi domdarî nehatine parlamentoyê parlamenteriya wan hat betalkirin. Ev sêpandin di dîroka parlamentoyê de yekem care hat kirin.
 
2021: Jinên Êzidî meşa azadiyê li dar xistin. Jinên Êzidî bi boneya salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, li Sûka Kevin hatin cem hev. Bi sedan jinan bi wêne, zincîr û çarşefên reş ên ku di destên xwe de girtin, careke din nîşan dan ku şahidiya fermanê kirine. Êzidiyan bi qîrîna dirûşmên "Em xweseriyê dixwazin", "Bijî berxwedana Şengalê" meşiyan.
 
Jinên ku di meşê de tiştên qewimîn bi bîr anîn, bi pankartên ku hildan xwestin ev bûyer li cîhanê weke jenosîd bê naskirin. Jinan daxwaza naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşîgirtina li êrîşên nû kirin.