Hatin koçberkirin, bûn zarokên karker 33 sale mîdye difiroşe

  • 09:02 27 Tîrmeh 2024
  • Jiyan
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hamdiye Acar ku di temenê biçûk de malbata wê hat koçbekririn û di temenê biçûk de dest bi xebatê kir 33 sal e mîdye difiroşe. Hamdiyeyê wiha got: “Em evqas ked didin kes keda me nabîne. Ji bo vê divê jin ji hev re bibin hêz.”
 
 Di encama polîtîka şerê taybet de bi hezaran Kurd ji axa xwe bûn û hatin koçberkirin. Bi vê koçberiyê re di temenê biçûk de xebat, xizanî, zor û zehmetî û binpêkirin jî derketin holê. Yek ji cihên ku Kurd lê bi cih bûn taxa Tarlabaşi ya Stenbolê ye. Kesên ku koçbr bûn li cihên bi cih bûn ji nû ve jiyan ava kirin û yek ji van karê ku tê kirin karê mîdyevaniyê ye. Îro hê jî ev kar çavkaniya debarê ye. Yek ji jinên ku Mîdye difiroşe Hamdiye Acar e. Hamdiyeyê der barê zor û zehmetiya kar û jiyana xwe de ji ajansa me re axivî.
 
Bi zexta dewletê re sûrgunek nû…
 
Hamdiye ku li Mêrdînê tê dinê di 6 saliya wê de malbata wê ji ber zextên dewletê koçberî Stenbolê dibe. Hamdiyeyê da zanîn ku karê sewalkarî û çandiniyê dikirin û wiha got: “Dewletê piştgirî neda me. Ji ber vê me nikaribû debara xwe bikira. Dewletê nexwest em li wir bimînin. Gundê me talan kir. Nedihişt em sewalan biçêrînin. Em di 1999’an de hatin Stenbolê. Li vir Tirk hebûn. Tehemulê Kurdan nedikirin. Kar nedidan me. Ez 7 salî bûm me karê mîdyevaniyê kir. Niha 40 salî me.”
 
‘Temenê biçûk de zewac’
 
Hamdiyeyê daxuyakirin ku  di 17 salî de zewiciye û wiha pê de çû: “Ez zewicîm û hatim Mêrdînê. Piştî salan şûnde em dîsa çûn Stenbolê. Me karê mîdyevaniyê domand. Ez dema zewicîm biçûk bûm.  Zewaca di temenê biçûk de pir zehmet e. Ez hem li malê dixebitim hem karê mîdyeyê dikim. Tevî vê keda jinan nayê dîtin. Karê mîdyevaniyê zehmet e. Di alî tenduristiyê de bi rîsk e. Bar hemû li ser milê jinan e. Mirov dikarin bi enfeksyonê bikevin. Bîhna wê mirovan nerehet dike.  Em sibehê saet di 6’an de radibin û 6-7 saetan dixebitin.  Em tên malê vê carê karê malê dikin. Divê jin piştgiriyê bidin hev.”
 
'Ji 6 astan derbas dibe'
 
Hamdiyeyê di dawiya axaftina xwe de behsa amadekirina mîdyeyan kir û got ji 6 astan derbas dibe û wiha pê de çû: “Qezenca me ne kêm e lê li gorî aboriya niha têr nake. Em çiqas qezenc bikin jî em nikarin debarê bikin. Ez her roj dixebitim. Roja desturê tune ye. Krîza aborî bandor li me dike. Em nikarin debara xwe bikin. Mêr diçin ewil mîdyeyan ji behrê derdixin. Bi şev dikin vî karî. Ji ber ku bi hinceta dijqanûniyê ceza dibirin. Di heman demê de karekî bi xeter e.  Em di asta duyem de van hildibijêrin. Di asta sêyem de em davêjin maşîneyê û dişon.  Di asta çaremîn de em devê wan vedikin. Em dîsa dişon. Di asta 5’an de em hundirê wan tije dikin û di asta din de dipijînin. Rojê em 2-3 hezar mîdyeye amade dikin.”