Li Hênê seferberiya paqijiyê

  • 09:04 27 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
AMED - Şaredariya Hênê ku kampanya paqijiya xwezayê da destpêkirin bi vê wesîleyê çû ser ava çavkaniyê ya Ayn-Kebîr ya li gundê Serdî  û paqijiya ewi lli vir kir. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn, gel di mijara paqijiya derdorê de û avêtina çopê de hişyar kir.
 
Di hilbijartinên 31’ê daarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi giştî nêzî 80 şaredariyi girt û piştî şaredarî girtin xebatên xwe dan destpêkirin. Şaredariya Hênê ya Amedê, bi armanca parastin xwezayê kampanya paqijiyê da destpêkirin. Hevşaredar Besîle Narîn der barê xebatan de agahî da.
 
‘Bihûşta veşartî’
 
Besîleyê da zanîn ku xebatên paqijiyê ji gundê Serdî dane destpêkirin û armanca wan di mijara paqijiya derdorê de hişmendiyê biafirînin. Besîleyê da zanîn ku çavkaniya avê ya Ayn-Kebîr li gundê Serdî heye û wiha pê de çû: “Ev der bihûştek veşartiye. Bêguman pir kes diçin wir. Bi armanca betlanê diçin, mablatên diçin gerê hene. Em vê ji malbat û ciwanan re dibêjin; paqijiya xwezayê aydê me hemûyane. Ger em paqij bihêlin wê ji bo me hemûyan baştir be.”
 
Armanc afirandina hişmendiyê ye
 
Besîleyê di berdeamiyê de daxuyakirin ku di çarçoveya kampanya dane destpêkirin de hevşaredar û xebatkaran bi welatiyan re paqijî dane destpêkirin û wiha dirêjî dayê: “Me nêzî 4 wesayîtê çopê tije kirin. Yên tên vir betlanê çopa xwe li wir dihêlin.  Lê em mala xwe çawa paqij dikin divê em xwezaya xwe jî paqij bikin. Afirandina hişmendiyê paqijiyê em kêfxweşkirin.  Em bixwazin em dikarin xwezayê xweşik bikin. Ava Ayn-Kebîr gelek xweşe. Her kesê tê vir heman fikrî diparêze. Qadek turîstik e. Divê em paqij bihêlin. Projeya me ya paqjiyê heye. Divê em çawa mala xwe paqij dihêlin xwezayê jî paqij bihêlin.”