Parêzer Seher Acay: Polîtîkayên bêcezahiştinê dikujin

  • 09:03 27 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Seroka navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Seher Acay der barê qetilkirinên jinan yên her diçe zêde dibe de axivî û got: “Qetilkirinên jinan dibêjin ‘em têm’. Dema em sedema vê lêpirsîn dikin li pêş me polîtîkayek bêcezahiştinê ya wek çiya heye.”
 
Di encama plîtîka bêcezahiştinê de bîlançoya tundiya li ser jinan roj bi roj giran dibe û di 2023’an de 320 jin hatin qeitlkirin, 189 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 6 mehên ewil ya 2024’an de 191 jin hatin qetilkirin, 100 jin biguman jiyana xwe ji dest dan. Piranî gumanbar kesên herî nêzî jinane. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar tên xelatkirin û bîlanço roj bi roj giran dibe.
 
Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Seher Acay der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Prototîpa gumanbaran û parastinên wan naguherin’
 
Seherê da zanîn ku gumanbar Mehmet Uyanik Ecevît ku Vatfa Ecevît ya pê re zewicandibû qetil kir, di 23’ê tîrmehê de yekemîn runiştina doza wî hatiye dîtin û got: “Min doz şopand. Lê parastin û protîpên gumanbaran naguherin. Navbera van her du argumanan de diçin û tên. Xwe dispêrên feraseta namûsê an jî îfadeyên wekê hişê min ne li serê min bû didin. Ev îfade ji bo xwe ji sûc xilas bikin tên dayîn. Lê yek ji rêbazên naguhere parastinên gumanbarane. Jina ku tundiyê lê dike, bi îfadeyan reş dikin.”
 
‘Polîtîka bêcezahiştinê li pêşberî me ne’
 
Seherê daxuyakirin ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û wiha pê de çû: “Ev rojekê qetilkirin, rojekê tundî be, ya esas ev e ku vê bi hêsanî dikin. Sedema vê jî bêcezahiştin e û ev wek çiyayekî mezin li pêş me ye. Dema em vê lêpirsîn dikin wek çiyayekî mezin ev dertê pêşberî me.”
 
‘Divê civak di vê mijarê de bê hişyarkirin’ 
 
Seherê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev cesaret ji qetilkirin û tundiyê re vexwendiyê derdixe. Ev nokteyek girînge ji ber qetilkirinên jinan dibêje ‘ez va têm.’divê mijarê de wek civak, hiqûqnas hemû aliyên civakê bên hişyarkirin. Hewcedarî bi mekanîzmayên cidî yên têkoşîna li dijî tundiyê heye.”