Di têkoşîna hebûnê de berxwedana cil û bergan

  • 09:03 12 Tîrmeh 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Feraseta estetîka dewlemendiyê, cudabûnên civakan bi terza cil û bergan hatiye ziman. Bûye parçeyek girîng ya nasname û çandê. Ji ber vê yeke ku polîtîkayên li hember çanda civakê her tim ji ser cil û bergan jiyaye. Mêtîngeriyê ji yek terza cil û bergan wek rêbaz daye pêş û ji bo şikandina berxwedanê hedef girtiye."
 
Elîf Kaya
 
Cil û berg parçeyek girîng ya nasname û çanda me ye. Nirxên em temsîl dikin îfade dike. Hewcedariya bi cil û bergan ji bo parastina şer tû mercên xwezayê pêşketiye û piştre feraseta estetîka civakê teslîm kiriye. Mirovan statuya civakî baweriya xwe bi cilên li xwe kirine temsîl kirine.
 
Feraseta estetîka dewlemendiyê, cudabûnên civakan bi terza cil û bergan hatiye ziman. Bûye parçeyek girîng ya nasname û çandê. Ji ber vê yeke ku polîtîkayên li hember çanda civakê her tim ji ser cil û bergan jiyaye. Mêtîngeriyê ji yek terza cil û bergan wek rêbaz daye pêş û ji bo şikandina berxwedanê hedef girtiye. Mahatma Gandi li dijî mêtîngeriya îngîlîz, li şûna cil û bergên endustriya îngîlîz pêş xistiye bi kumaşên herêmî dhotî çêkiriye û ev veguheriye teşeyê têkoşînê. Ne tenê çalakiyek ji bo pêşîgirtina binpêkirina aborî, heman demê de îfadeya israra di nasnameyê de ye.
 
Cil û bergên nirxên civakî îfade dike her tim ji aliyê netew-dewletan ve wek xetere hatiye dîtin û ji bo rakirina ji holê polîtîka meşandine. Netew dewletan yek nasname ferz kiriye. Hewl daye nasnameyên cuda ji holê rabike. Bi vê armancê Komara Tirkiyeyê di 1925’an de li ser navê Şoreşa Cil û bergan polîtîkayên hilweşînê xistiye dewrê. Cil û bergên mirovan qedexe kirine û moderbûn ferz kirine. Cilên modern ji dîrokê, ji nasnameyên herêmî, ji çandî hatiye dûrxistin. Xwedî taybetiyên ku dîrok û koka civakan ji holê radike ye. Cilên din li mirovan hatine ferzkirin. Ev hestra biyanîbûn û bê nirxbûnê giran dike. Bêguman Tirkiyeyê ev tenê wek modernbûn negirt dest. Her tişt bi yekparêziyê hedef girt. Di 1923’yan de bi talîmata Musatafa Kemal, dihevdîtinên Lozanê de Kurdên cil û bergên gelerî li xwe kiribûn, parlamenterê Dêrsîmê Hasan Hayrî yê peyam şandibû di 1925’an de hat darvekirin. Sedem jî ev bû ku bi cil û bergên gelerî çibû meclîsê. 
 
Girêdayê vê li saziyên cemawerî û dibistanan lixwekirina cilên netewî sûc hat hesibandin. Polîtîkayên asîmîlasyonê hatin girankirin û hewl dan civakê ji nasname û cil û bergên netewî dû bigirin. Bi taybet zarokên keç hatin hedef hatin girtin. Zarokên keç yên ji gundan hatin komkirin, birin dibistanên razayî û ji çand û zimanê wan hatin dûrxistin. Ev polîtîka bi bandor bin jî jin xwedî li çanda xwe derketin. Di salên 1980’î de bi zêdebûna pergala dibistanê re polîtîkayên asîmîlasyonê li ser ciwanan bi bandor bûn. Vegotinên ciwanekî Agiriyê kakila vê vedibêje:
 
“Min ji bapîra xwe pir hez dikir. Pîra min bi kurdî xwe îfade dikir. Ji ber vê dema ji bo karekî fermî diçû bajar ez pê re diçûm. Yek ji cihê ku her tim em diçûnê, ji ber mûçeyê teqawîbûnê banka bû. Pîra min bi cil û bergên xweyên gelerî jinek rengîn bû. Ji axaftin, meş, tevgerê wê min cesaret digirt. Dema em diçûn bankayê min fêm dikir ku peywirdar veznedar nerehet dibin. Min dizanibû ev ji ber pîra min wisa dibe. Lê min nizanibû ji ber çiye. Dema dor dihat îmzeyê, veznedar ji me re got dûr bikevin ji xwe ser û çavên we ne musaîte, bi bîhna xwe me zêde eciz nekin. Ev nêzîkatiya li hember pîra min piştî salan şûnde min ê fêm bikira. Ji wê rojê şûnde ji pîra xwe dûr ketim. Min nexwest bi wê re biçim cihekî. Dema em biçûna jî ez hinek pêşde dimeşiyam. Çiqas gazî bikira jî ez nedisekinîm.” (Nîhat Kaya,netewa aydiyetê- ji xebata pîrtuka nehatiye weşandin)
 
Yên li dijî vê bê îtîbarbûnê zêde berxwe nedane ji nirx û nasnameyê revê tercîh dikin. Biyanîbûna navbera bapîr û nevî de vê nîşan dide. Bi polîtîkayên asîmîlasyonê redbûna rasnameyê jî dest pê kir. Nasname hat înkarkirin û ewl ji cil û bergan dest pê kirin. Ji ber cil û berg peyama xwe dide û deklere dike ku tu kî ye. Dema têkoşîna azadiyê bilind bû cil û berg bûn parçeyek girîng ya berxwedanê. Di serê salên 1990’î de jinên kurd bi cil û bergên xwe di eniyên pêş de cih girtin. Rengên kesk, sor û zer bûm sembola berxwedanê. Leyla Zana di 1991’ê de bi cil û bergên çû meclîsê. Vê îfade dikir ku ev berxwedan gihiştiye qada polîtîk. Jinên kurd bi cil û bergên xwe li dijî polîtîkayên asîmîlaysonê têkoşîn meşandin.
 
Di salên 2000’î de jî hunermendên NÇM’ê û rêxistinên HADEP’ê yên Stenbolê di 8’ê Adarê de biryar girtin ku hefteyekê wê cil û bergên gelerî li xwe bikin. Jinan peyama xwedî derketina li çanda xwe dan. Di 8’ê Adar û Newrozan de jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlibûn pêk anîn.
 
Ji salên 2000’î şûnde cil û berg bûn paçeyek girîn g ya têkoşînê. Zarokên ku ji cil û  bergên dayik, dapîr û bapîrên xwe şerm dikir, cil û bergên gelerî li xwe dikirin û binirxên xwe re dihatin gel hev û bi vê re demek nû dest pê kir. Vê hevdîtinê, vê helwestê di polîtîkayên dewletê de jî guherîn kir. Li ser navê modernîteyê, ya demode vê carê  sektora modeyê xistin dewrê. Çarçoveya modeyê de cil û bergên jinên kurd ji dîrok, rihê jina kurd hatin veqetandin û veguhertin bazarê. Di vî alî de netew dewlet û kapîtalîzmê dest dan hev û demek nû dan destpêkirin. Cemîl Îpekçî hewlda cil û bergên netewî yên kurd veguherîne modernbûnê.
 
Ev sê salên dawî ye dîsa di 8’ê Adar û Newrozan de cil û bergên gelerî hatin qedexekirin. Yên dixwazin bi cil û bergan tevli bibin tên tacîzkirin û carnan jî lêpirsîn lê tên vekirin. Li cihên ku gotin nayê gotin jî cil û berg nasnameyê îfade dike. Ji ber vê jî salên dawî de cil û berg dîsa bûn mijara lêpirînan. Şivan Zeren yê di Newroza 2023’yan de cil û bergên wî yên gelerî hatibû qedexekirin wiha digot: “Yên qedexekirine cil û bergên kal û pîra min in. Çanda min e. Ev înate ez ê ji hefeteyekê li xwekim. (Ji cil û bergan re qedexe, bianet)
 
Encamê de; 
 
Cil û bergên me warê bedena me ne. Çawa ku hebûn maneya xwe dibîne û hebûna xwe bi mekan pêk tîne, bi cil û bergên xwe pêkhatina nasnameyê û beden gihandina yekparebûna dîrokî-civakî jî pêkan e. Ji ber vê sedemê naskirina cil û bergên bi nasnameyê û têkiliya wê ya bi beden re gelekî girîng e. Çawa ku pênaseya bê cih ne temam e, beden-bûyîna bê cil jî bêparastin û ji rastiya dîrokî-civakî dûr e. Ji ber vê sedemê, êrişên li ser bedenê di serî de bi cil û bergan pêş dikeve. Bi heman awayî, berxwedana bedena xwe bi kincan xuya dike û vediguhere qada girîng a têkoşînê. Armanca van êrişan carinan bi girtina hişmendiyê û afirandina razîbûnê û carinan jî bi çêkirina astengên qanûnî ye. Diyarkirina hebûna xwe û danîna têkiliyeke xurt a bi pêkhateya dîrokî-civakî re ancax bi parastina nirxên ku em diafirînin pêkan e. Cil û bergên me welatê me ye, mala me ye, cihê ku jiyana me tê de watedar dibe. Parastin û xwedîderketina li cihê ku hebûna me tê de watedar dibe, ji bo parastina hebûna me şertek girîng e. Tenê li ser vê bingehê bi dîrok, civak û hebûna xwe re girêdanek xurt çêdibe.