Ji Şaredariya Rezanê semînera tendirustiyê ya bi zimanê dayikê

  • 10:10 21 Tîrmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
AMED -Şaredariya Rezanê bi hevkariya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê û SES'ê  li ser pençeşêra memikê bi zimanê kurdî semîner da.
 
Li Amedê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Amedê, bi dildarê semînerek bi zimanê kurdî li ser pençeşêra memikê  li Mala Lîstik û Hewza Avjeniyê ya Solîn a Zarokan ku girêdayî Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Rezanê ye semîner da jinan.
 
Semînera ku malbatên zarokên beşdarî atolye û qursên li Mala Lîstika Zarokan a Solînê bûn, ji aliyê Rêveberên Şaxa SES'ê ya Amedê Îlknur Ayik û Aynur Ulgen ve hat dayîn. Jinan semînera ku bi zimanê wan ê zikmakî hat dayîn bi balidarî guhdar kirin.
 
Jin hatin muayenekirin
 
Piştî semînerê ku der barê teşhîs, dermankirin û xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê yên pençeşêra memikê de agahî hatin dayîn, bi slaytan jin hatin muayenekirin.
 
Jinên ku di muayeneyê de nexweşî li wan hat tespîtkirin sewqî saziyên tenduristiyê yên têkildar hatin kirin. Pêvajoya dermankirina jinan ên sewqî saziyên tenduristiyê hatin kirin jî dê bê şopandin.