Hevşaredara Tuşbayê: Wê tu tax bê xizmet nemîne

  • 09:02 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Hevşaredara Tuşbaya Wanê Hanim Akkoş da zanîn ku wan şaredariyeke ku hatiye talankirin dewr girtine û tevî vê dê xizmetên xwe bidomînin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku şaredariya Tuşbaya Wanê bi dest xist, bê navber xebatên xwe dimeşîne. Hevşaredara Tuşbayê Hanim Akkoş der barê xebatên Tuşbayê û pêvajoya pêş de çi dikin de axivî.
 
Hanimê serkeftina DEM Partiyê ya li Wanê bidest xistiye wek ‘Serkeftinek dîrokî’ bi nav kir û wiha got: “Ev serkeftin serkeftina gel e. Di dîrokê de yekem car partiyekê li hemû bajarekî bi hemû navçeyan şaredarî girtiye. Ev jî xwedîderketina îradeyê nîşan dide. Gel êdî polîtîkayên qeyûm qebûl nake. Piştî hilbijartinan gel îradeya xwe nîşan da.”
 
‘Em ê soza xwe bînin cih’
 
Hanimê, desnîşan kir ku wan soz daye jin û zarokan û wiha dirêjî dayê: “Em ê nav mehekê de dest bi xebatên xwe bikin. Em ê mehekê de ji bo xebatê çand û hunerê saziyên nû vebikin. Wê qursên piyano, gîtar, erbane, xwendin-nivîsandin, nexweş-dirûn û bêrikan bê vekirin. Heman demê de em ê ji bo zarokan kreşên pir zimanî bikin jiyanê. Meha pêş de em ê saziyên xwe vebikin.”
 
Şaredariyên ku hatin talankirin... 
 
Hanimê her wiha bi lêv kir ku wê li navçeyê projeyan bikin jiyanê û yekem xebata wan wê piştgiriya ji bo cotkar û sewalkaran be. Hanimê balkişand ser rewşa saziyê û daxuyakirin ku dê li gorî derfetên destê wan de zêdetir pişrgiriyê bidin û got: “Me dizanibû şaredarî hatiye talankirin lê me evqas nedizani. Me şaredariyeke ku hatiye talankirin dewr girt. Tevî vê em ê sozên xwe bînin cih. Du meh mabû ji hilbijartinê re wesayîtên aîdê şaredariyê bi awayekî xerakirî li garaja şaredariyê danîne. Me di erefeya cejnê de xwest em paqijiya asfaltê bikin lê tenê wesayîtek ku dixebitî hebû. Em ê sozên xwe bînin cih. Em ê xebatên xwe bimeşînin. Wê tu tax bê xizmet nemîne.”
 
‘Em ê xizmetê bidin gelê xwe’
 
Hanimê, diyar kir ku Navenda Jiyanê ku xebat dimeşand ji aliyê şaredariya Tuşbayê ve hefteyek ji hilbijartinên herêmî re mabû peymana wan hatin bi dawî kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Alavên aîdê şaredariyê rakirine depoyan. Dema peymana bi şaredariyê re hatiye rakirin û piştgiriya bi şaredariyê re hatiye birîn, di alî veguhestinê de jî  pisgirêkên cidî hatin jiyîn. Lê em ê xizmeta xwe her tim bikin. Em ê tiştên aidê gel ji bo gel xerc bikin.”